Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidest: Blinken Dê 18ê Hezîranê Seredana Pekînê Bike


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dê hefteya bê biçe Çînê, do çarçoweya serdanekê de ku di meha Şibatê de hatibû jinavbirin piştî kêşeya li ser balona çavdêriyê ya gumanbar, li karbidestên Amerîkî ku roja Înê got.

Karbidestên Amerîkî yên ku navên xwe aşkere nekirin got ku tê çaverêkirin Blinken di 18ê Hezîranê de bigihêje Pekînê, yekem serdana dîplomatekî payebilind ê Amerîkî bo Çînê ji dema serdana wezîrê berê Mike Pompeo di Cotmeha 2018 de.

Wezareta Derve bi fermî rêwîtiya wî aşkere nekir. Berdevkê Encûmena Ewlekariya Netewî John Kirby herî dawî got ku Amerîka dê rêwîtiya karbidestên payebilind "di demek nêzîk de" ragihîne, bêyî ku hûrgulîyan bide.

Serok Joe Biden û Xi Jinping di Mijdarê de li Bali civiyan û li hev kirin ku hewl bidin girjiyên wan ji bin kontrolê der nekevin, şandina Blinken bo Pekînê jî di vê çarçowê de ye.

Blinken ji nişka ve sefera ku di destpêka Şibatê de hatibû plankirin jinav bir piştî ku Amerîka baloneke çavdêriyê ya Çînî li ser esmanê Amerîka dît û xist. Wê rûdanê hêrsa qanûndanerên Amerîkî û redkirina Pekînê kişand.

Lê herdu alî vê dawiyê careke hewl didin ku girjiyan kontrol bikin, û wan hevdîtineke berfireh ya girtî di navbera şêwirmendê ewlehiya netewî ya Biden Jake Sullivan û dîplomatê payebilind ê Çînî Wang Yi meha borî li Viennayê kir.

Alozî di navbera du aboriyên herî mezin ên cîhanê de di salên dawî de bi tundî zêde bûne, bi taybetî li ser Taywanê, demokrasiya xweser a ku Pekînê wê wek beşek ji axa xwe îdîa dike û desteserkirina wê bi darê zorê jî dûr naxe.

Her du welat her wiha li ser tundbûna helwesta Çînê li herêmê û li ser bazirganî û mafên mirovan nakok in.

Lê Biden, hevkariya bi Çînê re di meydanên sînordar de dide ber çavan, wekî guhertina keşûhewayê, berevajî helwesta dijberîyê ku di dawiya rêveberiya selefê wî Donald Trump de hate pejirandin.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG