Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Dibêje Divê Rûsya Bê Ceza Nemîne


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Înê got ku nabe ku ew bihêlin Rûsya bê ceza şerê xwe yê li Ukrayna bimeşîne.

Blinken piştî hevdîtina bi hevtayên xwe yên ji Hindistan, Japonya, Australîa ku wek Quad tê zanîn, li civîna G-20 kom bû.

Blinken ji wan re got ku nabe ku ew bihêlin Rûsya bê ceza şerê xwe bimeşîne.

Koma Quad bi daxuyanîyekê dîyar kir ku gefa Rûsya ya ser karanîna çekên navokî nayê qebûl kirin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin meha borî peymaneke çekên navokî pûç kiribû û dijî Ukrayna gefa karanîna wan çekan xwaribû.

Bi alîyekî din ve, Wezareta Berevanî ya Brîtanya îro Înê ragihand ku şîrketên berevanîyê yên Rûsî berhemên xwe li pêşangehên mezin yên çekan yên Navneteweyî nîşan didin.

Arena-E û APS ji wan çekan in ku bo berevanîya maşîneyên zirxî hatine çêkirin.

Materyalên ser danasîna APS nîşan didin ku ew bo maşîneyên zirxîn gefên giran pûç dikin.

Li gor Wezareta Berevanî ya Brîtanya, Rûsya li Ukrayna pirtir ji 5000 wesayîtên zirxîn hinda kirine û hîn bi zelalî nayê zanîn ku ew sîstem bo hêzên Rûsî yên li Ukrayna hatine çekirin yan ne.

Wezareta Berevanî ya Brîtanî dîyar dike ku kompanîyên Rûsî jiber toleyan di rewişeke dijwar de ne û dibe ku ew jiber toleyan nikarin sîstemên xwe zêdetir pêşve bixin.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG