Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Dibêje Hevdîtina Bi Welîehdê Erebistana Siûdî Re 'Gelekî Berhemdar Bû'


Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken û Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman (Arşîf)
Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken û Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman (Arşîf)

Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken roja Yekşemê got ku wî civîneke "gelekî berhemdar" bi welîehdê Erebistana Siûdî re li Riyadê pêk anî.

"Gelek berhemdar bû," Blinken bersiv da pirseka nûçegihanê Reuters dema ku ew vegeriya otêla ku şanda Amerîkî lê dima.

Di hevdîtinê de, Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman tekezî li ser pêwîstiya dîtina riyên ji bo rawestandina şer û rêzgirtina yasayên navnetewî kir, di nav de rakirina dorpêça Îsraîlê li ser Xezayê, ajansa nûçeyan a dewleta Siûdî SPA ragihand.

Blinken dest bi gera xwe ya herî berfereh heta roja îro bo Rojhilata Navîn kiriye, bi hevalbendên Ereb re kar dike ji bo ku nehêle şer derbasî pevçûneke berfirehtir bibe û bibe alîkarê azadkirina rehîneyên ku ji aliyê mîlîtanên Hemasê ve hatine revandin.

Îsraîl soz da ku Hemasê tine bike weke tolhildaneke êrîşa çekdarên wê li bajarokên Îsraîlî berî heşt rojan ku çekdarên wê mêr û jin û zarok gulebaran kirin û dîl girtin di êrîşa herî xirab de li ser sivîlan di dîroka welat de.

Derengî roja Şemiyê, Îranê hişyarîya "encamên dûr" da, eger bombebarana Îsraîlê neyê rawestandin.

Karbidestekî Amerîkî got ku civînê nêzîkî demjimêrekê dirêj kir û li rûniştgeha taybet a Bin Selman pêk hat.

Berdevkê wezareta derve Matthew Miller di daxuyaniyekê de got: "Wezîr bal kişand ser teqezkirina Amerîkayê li ser rawestandina êrişên terorîstî yên Hemasê, misogerkirina azadkirina hemû rehîneyan û nehiştina şer û pevçûnan."

"Herduyan pêgiriya xwe ya hevbeş ji bo parastina sivîlan û pêşxistina aramiyê li seranserê Rojhilata Navîn û derveyî wê piştrast kir," Miller got.

Blinken roja Pêncşemê dest bi gera xwe li Îsraîlê kir, û piştgirîya xurt a Amerîkî ji hevalbenda herî nêzîk a Washingtonê ya Rojhilata Navîn re di şerê wê de li dijî Hemasê anî ziman. Tê pêşbînîkirin ku ew roja Yekşemê biçe Misrê.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG