Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Hember Operasyoneke Nû li Sûrîyê Hişyarî Dide Tirkîyê


Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken îro Çarşemê hişyarî da ku operasyoneke nû ya Tirkîyê li hindurê Sûrîyê wê zararê bide îstiqrara herêmî.

"Em li dijî her awayê zêdekirina tundî û alozîyê li bakurê Sûrîyê ne û em piştgirî didin parastina xetên di çarçoveya agirbesta berê de," Blinken di preskonferansa bi Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg de got.

Blinken bi berdewamî got ku ji wan re fikar e ku operasyoneke nû wê îstiqrara herêmî xira bike û hêzên bi armanca neyênî dikarin wê operasyonê jibo berjewendîyên xwe bixebitînin.

Blinken şerê dijî DAIŞê bi bîr anî û hişyarî da ku operasyon dikare zararêê bide wan hewilan jî.

“Em bi domdarî, bi rêka hevkarên xwe yên li li hindurê Sûrîyê dijî DAIŞê şer dikin û em naxwazin ku tiştek vê yekê bavêjê xeterîyê."

Blinken bal kişand ku wan bi hevkarên xwe re DAIŞ xistiye qûtîyekê û ew naxwazin ew rewşa heyî bi ti awayî têk biçe.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê gefa operasyoneke nû ya leşkerî li ser du herêmên bakurê Sûrîyê nû kiribû û gotibû ku ewê “terorîstan” bikin armanc.

Wî gotibû ku ewê li sinorê xwe yê başûrê 30 kîlometre herêmeke ewle damêzirînin û Til Rifat û Minbic paqij bikin.

XS
SM
MD
LG