Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken roja Yekşemê li Pekînê dest bi hevdîtinan kir, ku yekem dîplomatkarê Amerîkî ye di pênc salan de serdana Çînê dike, di nava nakokiyên navbera herdu aboriyên herî mezin ên cîhanê de.
Piştî ku serdana Şibatê paşxist, dema ku baloneke sîxurî ya gumanbar a Çînî li ser esmanê Amerîka firiya, Blinken karbidestê herî payebilind ê hukûmeta Amerîkî ye ku serdana Çînê dike ji dema ku Serok Joe Biden di Çile 2021 de dest bi karê seroktiyê kir.
Wezîrê derve yê Çînê Qin Gang, li şûna ku li hundurê avahiyê wekî protokol, pêşwaziya Blinken û şanda wî bike, wî li ber deriyê villayek li hewşa Mêvanxaneya Dewletê ya Diaoyutai ya Pekînê kir.
Herduyan gava ku diçûn hundur, axaftinek piçûk kirin, Qin bi îngilîzî ji Blinken li ser rêwîtiya wî ya dirêj a ji Waşintonê pirsî. Paşê li ber ala Çînî û Amerîkî destên hev hejandin.
Di dema mana xwe ya heta roja Duşemê de, tê pêşbînîkirin ku Blinken bi dîplomatkarê bilind ê Çînê Wang Yi û dibe ku bi serok Xi Jinping re jî bicive.
Karbidestên Amerîkî ji hefteya borî ve hêvîya serkeftinek mezin di gerê de kêm kir, lê got ku armanca bingehîn a Blinken ew e ku kenalên peywendiyan yên vekirî û domdar saz bike da ku hevrikiya stratejîk di navbera her du welatan de nebe pevşûn.
Karbidest û şirovekarên Amerîkî hêvî dikin ku serdana Blinken dê di mehên pêş de rê li ber hevdîtinên dualî yên di navbera Waşinton û Pekînê de veke, di nav de jî serdanên çaverê ên wezîra xezîneyê Janet Yellen û wezîra bazirganiyê Gina Raimondo. Di heman demê de ew dikare qonaxek ji bo civînên di navbera Xi û Biden de di civînên piralî yên dawiya salê de saz bike.
Çavkanî: Reuters