Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Sêşemê di serdana xwe ya li Endonezya de, stratejîyek ku berevanî û îstixbarata bi hevkarên li herêma Hindo-Pasîfîkê bi rêka xurtkirina peymanên Asyayî dîyar kir.
Blinken ev stratejîya bo welatên hevkar yên li heremê "kiryarên êrîşkar" yên Çînê bi fikar in, pêşnîyar kir.
Wî got ku Amerîka û hevalbendên wê û dîsa hin dewletên ku bawer dikin li ser Deryaya Başûr ya Çînê mafê wan heye, wê dijî her kiryareke neqanûnî bisekinin.
"Emê bi hevalbend û hevkarên xwe re bixebitin da ku em rêzikên ser bingeha sîstema ku me bi dehan salan de bi hevre ava kiriye biparêzin da ku herêm vekirî û aram bimîne," Blinken got.
Hevdem, Blinken ragihand ku armanca parastina sîstema ser bingeha rêgezan ne têknirina ti welatekî ye; berevajî ev parastina mafê hemî welatan e ku rêya xwe bêyî zordestî û metirsîyê, hilbijêrin.
Çîn hema hema serwerîya tevahîya Deryaya Başûr ya Çînê îda dike, tevî heman îdayên welatên yên beravê û biryareke dadgehek navneteweyî ku dibêje bingehek qanûnî ya wê îdaya Çînê tuneye.
Pekînê helwêsta Amerîka bi îdaya destwerdana hêzeke derve ya ku dikare aramîya Asyayê tehdîd bike, red kir.
Berdevikê wezareta derve ya Çînê Wang Wenbin di brîfîngeke rojane ya li paytexta Çînê bersîva Blinken da.
Wang Wenbin got ku divê Amerîka li herêmê hevkarîyê pêş bixe, li şûna ku "xêzkirina xêtên îdeolojîk."
Blinken da zanîn ku Amerîka dê peywendîyên xwe yên bi bi hevalbendên peymanê yên wekî Japonya, Koreya Başûr, Tayland û Fîlipînê re xurt bike.
Hevdem, wi got ku ewê kanînên berevanî û îstixbaratê bi hevkarên Hindo-Pasîfîk re zêde bikin û her wiha wê înternetek vekirî û ewledar biparêzin.
Lê, wî dîyar kir ku ew ne pêşbazîyeke di navbera Amerîka û Çînê de ye.
Blinken herwiha got ku Washington pabend e ku givaştinên ser cuntaya leşkerî ya li Myanmar bidomîne da ku tundîyê bi dawî bike, girtîyan azad bike û vegere demokrasîyeke berfireh.
Blinken ji dema ku Serok Joe Biden di Rêbendana 2020'an hat ser kar vir ve, cara yekê ye ku serdana welatên Asyaya Başûr-rojhilat dike.