Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Ser Danûstandinên Peymana Navokî Îranê Hişyar Dike


Dimîneke ji civîna Komîsyona Hevbeş ya JCPOA (peymana navokî) li Vîyana
Dimîneke ji civîna Komîsyona Hevbeş ya JCPOA (peymana navokî) li Vîyana

Wezîrê karên derve yê Amerîka Antony Blinken roja Pêncşemê di derbarê danûstandinên jibo vejandina peymana navokî ya bi Îranê re de hişyarî da.

Blinken got ku dem jibo vegara Îranê ya peymana navokî diqede û girêdayê Tehranê ye ku gav baavêje.

Blinken dubare kir ku Serok Joe Biden amade ye ku Amerîkayê jinûve beşdarî peymana navakî ya 2015'an bike, heke Îran di berdêla sozên alîkarîyên aborî de xebatên xwe yên navokî kêm bike.

Blinken destnîşan kir ku " tenê vegeran şertên JCPOA 'yê (peymana navokî) jiber asta pêşketina ku Îran giheştîye bo bi destxistina sûdên peymanê yên destpêkê ewê ne bes be."

Blinken got ku rêvebirîya Biden, di danûstandinên nerasterast yên li Vîyana bi armanca serkeftineke "bi mehane bi nêta baş" tevdigere.

Serokê wê demê Donald Trump di 2018'de Amerîka ji peymanê vekişandibû û dijî Îranê toleyên nû yên tund ragihand.
Danûstandinên di navbera her du welatan de di 20'ê Hezîranê de hat rawestandin jiber ku veguheztinek siyasî ya li Îranê ku Îbrahîm Reîsî bû serokkomar.

Jibo jinûve destpêkirina danûstandinan hîn tarîxeke nehatiye dîyar kirin, her çend Reîsî dibêje ku ew bo bidawîkirina toleyan xebatên dîplomasîyê dimeşîne.

Berdevikê wezareta karên derve yê Îranê Seîd Xetîbzade di serdana xwe ya frnsayeê de got ku xebatên analîtîk yên Tehranê dê di demek nêz de biqede.

" Ez texmîn dikim ku di nav çend hefteyan de emê bi hevalên xwe yên li Ewrupayê re hevdîtineke pêk bînin," Seîd Xetîbzade got.

Hevdem, wî destnîşan kir ku ewê bo vegera Vîyanayê yek deqeyeke jî winda nekin.Lê, ev tenê 50 roj in ku hikûmeta nû ya Îranê dest bi kar kiriye.

XS
SM
MD
LG