Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken: Peywendîya Amerîka Û Çînê Mijara Sereke ya Sîyaseta Derve Ye


Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken
Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Çarşemê dîyar kir ku peywendîya Amerîka û Çînê mijara sereke ya sîyaseta derve ya rêvebirîya Serok Joe Biden e.

Blinken got ku, ev bo Amerîka testa jeopolîtîkî ya herî mezin ya vê sedsalê ye.

Çîn welatê tenê bû ku Blinken yek ji heşt mijarên sereke yên sîyaseta derve ya Amerîka dîyar kir.

Hevdem, wî xebatên bo pêşîgirtina pandemîyeke cîhanî ya din, çareserîya guherîna jingehê û pêşvebirina demokrasî ya li derveyî welat, wek ji wan mijaranbi nav kir.

Di axaftinek li Wezareta Karên Derve de, Blinken feydeyên sîyaseta biyanî jibo karker û malbatên Amerîkî destnîşan kir , û got ku ev xala girîng ya nêzîkatiya rêvebirîya nû ye.

"Emê jibo maf û parastina berjewendîyên her yek ji karkerekî Amerîkî şer bikin" Blinken got.

Wî balkişand ku Çîn tenê welatê xwedî hêz e ku şayana Amerîka ya damezrandina sîstema regez, nirx û peywendîyan têxe xeterîyê.

"Peywendîya me û Çînê dema ku pêdivî be ewê bi rengekî peêşbirkê be, heke gengaz be dê bibe hevkar û dema ku pêwîst be, ewê hevrîkî be," Blinken got.

Du welatên herî bihêz yên cîhanê li ser bandora li herêma Hîndo-Pasîfîk, kiryarên aborî yên Pekînê, û di derbarê mafên mirovan li herêma Hong Kong, Taywan û Sîncan ya li Çînê li hev nakin.

"Peywendîya ya bi Çînê re ya ji helwesteke hêzdar, pêwîst dike ku dema ku mafên mirovan li Sîncanê têne binpe kirin yan dema demokrasî li Hong Kong tê hilweşandin, em rabin ser pîyan. Jiber ku Heje em nekin, Çîn dê bi parastineke hîn mezintir tev bigere," Blinken got.

Serok Biden, Pekîn wek hevrikê herî cidî yê Amerîka û rêvebirîya xwe bi nav kiribû.

Blinken da zanîn ku ew tevlî daxuyanîya wezîrê berê Mike Pompeo ku gotibû ku komkujîya dijî Misilmanan li Sîncanê didome, dibe. Lê, wî di axaftina xwe de ew peyv bikar neanî.

Aktîvist û pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêjin ku 1 mîlyon Uygurên Misilman di kampên Çînî de têne ragirtin.

Çîn binpêkirinan red dike û dibêje, li wan kampan perwerdehîya pîşeyî tê kirin û ew navendana jibo şerê dijî tundrewîyê pêwîst in.

XS
SM
MD
LG