Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Hevdîtinên Xwe yên li Australya Didomîne


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken li civîneke li bajarê Melbourne ya Australya, 10 Sibat, 2022.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken li civîneke li bajarê Melbourne ya Australya, 10 Sibat, 2022.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Pencşemê di serdana xwe ya Australya, de li bajarê Melbourne daxuyanî da.

Blinken bi armanca xurtkirina peywendîyên rêvebirîya serok Joe Biden ya bi herêmên Asya-Pasîfîk û Hind-Pasîfîk, wê serdana dike.

Ew îro bi xwendekarên zanîngeha Melbourne re kom bû, ku kalê wî ev zanîngeh qedandibû, piştî ku ew bê xwendin ji Polonyayê çûbû wî welatî.

Blinken ji xwendekaran re got ku kanîna herî baş ya mirovahîyê nîşan daye, jîyana kalê wî guhertiye ku ew piştî Holokostê wekî penaberek ciwan hatibû Australya.

Blinken got ku ji bo malbata wî cîhê Australya taybet, hêja û girîng e.

Hevdem, wî bal kişand ser nêzîkbûna nirxan yên di navbera her du neteweyan de û got ku pêdîvî ye ku Austuralya û Amerîka bi hevra bixebitin ku pirsgirêkên ji guherîna jingehê heya pandemîyê çareser bikin,


Blinken ragihand ku Amerîka tevî fîkarên ser êrîşên Rûsyayê yên dijî Ukraynayê baldarîya xwe ya bo pabendbûna dem dirêj ya ser herêma Hind-Pasîfîk didomîne.

Blinken wê sibe ya roja Înîyê li bajarê Melbournê bi hevtayên xwe yên ji Australya, Hindistan û Japonyayê re bicive.

Civîn di çarçoveya peymana 'QUAD' ya di navbera Australya, Hîndistan, Japonya û Amerîka de tê kirin; bloka demokrasîyên Hindo-Pasîfîk ku hemberî bandora herêmî ya Çînê hatiye ava kirin.

"Li cîhanê çend tiştên din hene ku niha diqewimin, dibe ku hin ji wê jî ferq kirine. Ser alozîya Ukrayna û Rûsyayê piçek kêşeya me heye. Em bo çareserîya wê 24 saetan dixebitin. Lê, em dizanin, serok ji her kesê din çêtir dizane, " Blinken got.

Wî bi berdewamî ragihand ku piranîya vê sedsalê wê li gor bûyerên ku li vir, li herêma Hindo-Pasîfîkê diqewime, bi afire.

Blinken anî ziman ku Hindo-Pasîfîk herêma herî bilez ya cîhanê ye ku mezin dibe û di pênc salên borî de du ji sê mezinbûna aborîya cîhanî pêk anîye û herwiha nîvê şênîya cîhanê li wê heremê dijî.

" Tiştê ku li herêmê girîng e li çaralîyê cîhanê jî girîng e û pirsgirêkên mîna guherîna jingehê û COVID-19 ji hêla ti welatekî tenê ve, nayê çareser kirin, " Blinken got.

Wezîra Karên Derve ya Australya Marise Payne, ku ewê mazûvaniya civînê bike, roja Çarşemê ragihand ku civîn ji Çînê re peyameke dişîne ku ewlekarîya li herêmê bo Amerîkayê mijareke pêşî ya girîng e.

Payne da zanîn ku di civîna wezîrên QUAD'ê de wê mijarên wek belavkirina vaksînên vîrusa korona ya herêmî, pirsgirêkên sîber û teknolojiyên din, çareserkirina dezenformasyonê, tekoşîna dijî terorê û guherîna jingehê werin nîqaş bikin.

Dema ku Blinken roja Çarşemê çû Australya, wî ji rojnamevanan re got ku ew û wezîrên din ewê li ser xebata mijarên ku bo "mirovên li seranserê herêmê û li seranserê cîhanê" girîng e, gotûbêjan bikin.

Blinken ji Avusturalya dihere girava Fîjî da ku bi rêberên girava Pasîfîkê re bicive. Biden wê hewil bide ku wan qane bike ku Washington û hevalbendên wê li ser sozên xwe yên bo ewlehî û vaksînên COVID in.

XS
SM
MD
LG