Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ned Price: Helwesta Amerîka ya Ser Muşekên Tirkîyê ji Rûsya Kirîne Neguherîye


Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku çaverê ye ku Wezîr Antony Blinken û hevtayê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu di rojên pêş de biaxifin.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew li bendê ye ku Blinken û hevtayê wî Çavuşoglu di rojên pêş de dest bi danûstandinê bikin.

Medya Tirkîyê dîyar kiribû ku Blinken û Çavuşoglu dê roja Çarşemê bi rêka telefonê bipeyîvin.

Rêvebirîya Serok Joe Biden, ku di 20’ê Rêbendanê de dest bi kar kiribû, hîn bi Tirkîyê re ti peywendîyeke payabilind çênekiriye.

Price, li ser pirsa derbarê S-400 yên Tirkîyê ji Rûsya kirîne da zanîn ku helwesta Washingtonê ya ser wan muşekan hîn neguheriye.

Wî dîyar kir ku S-400 yên Rûs ne li gor amûrên NATO ne, li hember wê gefan çêdikin û dijî berpirsîyên Tirkîyê yên bo hevalbendîyê ne.

XS
SM
MD
LG