Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken: Hevpeymanîya Têkbirina DAIŞ'ê Xebata Xwe Didomîne


Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Anthony Blinken di salvegera duyê ya tekbirina rexistina Koma Îslamî (DAIŞ) li Îraq û Sûrîyê daxuyanîyek weşand.

“Du sal berê, Hevpeymanîya Cîhanî ya Têkbirina DAIŞ'ê, bi hevkarên me yên herêmî, tevahîya heremên ku ji hêla DAIŞ'ê ve dihat kontrol kirin, rizgar kirin ku ev yek di hewildana bo têkçûna mayînde ya koma têrorîst gaveke girîng e.

Em, di şerê dijwar yên dijî DAIŞ'ê de mêrxasî û fedakarîya hêzên ewlehîya Îraqê, Pêşmergeyên Kurd yên Îraqê û Hêzên Sûrîya Demokratîk silav dikin.

Em bi van hêzên hevkar re xebata xwe didomînin da ku givaştina ser bermahîyên DAIŞ'ê bidomînin.

Ji dema têkbirina 'xîlafeta' heremî ya derewîn ya DAIŞ'ê, koalîsyona navnetewî ya 83 endamî hewlên xwe didomîne da ku karîna DAIŞ'ê ya rêxistin û plankirina êrîşan û komkirina mîlîtanan û radîkalkirina ji ser înternetê têk bibe.

Me rêberên serekî yên DAIŞ'ê kuştin û şopandina yên mayî jî didomin ku em pêşî li vejîn wan bigirin û wan radestî dadmendîyê bikin.

Nêzî heşt mîlyon mirov vegerîyane malên xwe û wan bi alîkarîya piştgirîya aramîya koalîsyonê dest bi jinûve avakirina jîyana xwe kiriye.

Tevî ku rizgarkirina heremên li Îraq û Sûrîyê di şerê dijî DAIŞ'ê de qonaxeke girîng ya guhertinê bû jî, erka me ji temambûnê dûr e.

Hevpeymanîya Navnetewî bi biryardarî xwedîyê dîtina têkbirina vî dijminê ye û ewê dijî wê rêxistina tundrê hewlên xwe yên li Îraq û Sûrîyê û welatên din bidomîne."

Wezîr Blinken da zanîn ku Amerîka bi dilsozî endamtîya Hevpeymanîya Navnetewî didomîne û di têkbirina mayînde ya DAIŞ'ê de pêgir e.”


XS
SM
MD
LG