Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Duşemê di destpêka civîna wezîrên karên derve yên Koalîsyona Cîhanî ya Têkoşîna Dijî DAIŞ'ê ya li Romayê axaftineke kir.
Anthony Blinken dîyar kir ku 10.000 çekdarên DAIŞ'ê di kampên Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) de têne ragirtin jiber ku ew ji alîyê welatên xwe yên ku hemwelatîne ve, paşve nayên girtin, û ev rewş nayê qebûl kirin.
Blinken destnîşan kir ku Washington bangên xwe yên bo 78 welatên ku endamên Koalîsyona Cîhanî ya Têkoşîna Dijî DAIŞ'ê ne didomîne, da ku welatiyên xwe yên tevlî DAIŞ'ê bûne paşde wergirin.
"Ev rewş nayê qabûl û berevanî kirin. Ev nikare bêdawî bidome. Amerîka banga xwe ya bo dewletan ku tevî yên koalîsyonê dubare dike, da ku wan çekdarên ku welatîyên wan in, paşde bistînên, jinûve bi cîh bikin, rehabilîte bikin û ger pêwîst be, bi darizînin," Blinken got.
Hevdem, Blinken destnîşan kir ku pîvaneke din ya sereke ya bo têkbirina DAIŞ'ê ya domdar, pêwîste ku gefên komê yên li derveyî Îraq û Sûrîyê bi taybet jî yên li Afrîkayê werin çareser kirin.
Rexistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ku bi bingeh beşek rexistina el- Qaîde ye, ji 2014 û vir ve, serwerîya gelek heremên Îraq û Sûrîyê bi dest xist, revebirîyeke bi kiryarên terorî meşand.
Di 2017'an de, têkbirina leşkerî ya DAIŞ'ê hate dîyar kirin. Lê ji hingê ve kiryarên êrîşkar yên domdar li seranserê heremên bakurê Îraqê û ser sînorên Sûrîyê, pêk tîne.
Di Mehên dawî de, zêdetirî 25 êrîşên kujer pêk hat ku karbidestên Îraqî bi çekdarên DAIŞ'ê ve girêdidin.
Êrîşa bombeyî ya di meha Rêbendanê ya li li bazarek qelebalix ya Bexdadê b û sedema kuştina zêdetirî 30 kesan.
Komên mîlîtanên girêdayî el Qaîde û DAIŞ'ê di van salên dawî de hezên xwe xurttir dikin, tevî li seranserê herêma Sahel ya Afrîkaya Rojava, bicîh kirina bi hezaran leşkerên herêmî, Rojavayî û Neteweyên Yekbûyî.