Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken bo Etopya Banga Agirbestê Dike


Antony Blinken
Antony Blinken

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ser şerê li Etopya banga agirbestê kir.

Blinken da zanîn ku divê danûstandinên ser aştîyê bê ku ti şert hebin demûdest destpê bikin.

‘’Şerê li Etopya divê biqede. Danûstandinên ser aştîyê divê bê şert destpê bikin.’’ Blinken li Twitterê nivîsî.

Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û sazîyên alîkarî balê dikişînin ser birçîbûna li Etopya û didin zanîn ku li wî welatî krîza mirovahî mezintir dibe.

XS
SM
MD
LG