Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Pêncşemê got ku jibo pêşkêşkirina rêgeheke bo avabûna dewleteke Fîlistînî rêya herî baş aramkirina herêma berfirehtir, tênehiştina Îranê û alîgirên wê ne.
Blinken îro li Qahîre bi Serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî re ser şerê Gaza civîya.
"Di rêya yêkê wê yekgirtîbûna "Îsraîl û dewleteke Fîlistînî were dîtin, bi bi garantî û sozên ewlekarî yên ji welatên herêmê û herwiha ji Amerîka. Herî kêm wê bo avakirina wê dewletê rêyeke vebe, " Blinken piştî civînê ji rojnamevanen re got.
Wî dîyar kir ku rêya din jî ji hêla Hamasê, Hûsîyan Hizbullahê û hemî alîyên ku Îranê piştgirîyê dikin ve ye.
"Ger hun rêya yekê bişopînin… jibo me û her kesê din li herêmê ev tekane rêya baş e; îzolekirin, marjînalkirina Îran û alîgirên wê ku ew qas kêşeyan çêdikin."
Ofîsa Sîsî jî ragihand ku di civîna îro de Blinken li ser hin mijaran hatiye agahdar kirin.
Ofîsê hevdem got ku her du alîyan jî bi destê Îsraîlê koçberkirina domdar ya Filistînîyan ji axa wan, careke din red kiriye.
Serdana Blinken rojek piştî hişyarîya Misir û Urdunê hat ku operasyona leşkerî ya li Gaza bi tundî şermezar kiribûn û gotibûn ku koçberkirina domdar ya Filîstînîyan û dagîrkerîya Îsraîlê li heremê wê ti encam nede.
Li gor wezareta saxlemîya Gaza jiber êrîşên Îsraîlê zêdetirî 23 hezar Filîstînî hatine kuştin û pirtir ji nîvê şenîya 2.3 milyonî li nava heremê de hatine koçber kirin.
Îsraîl û Amerîka dibêjin ku ev ne plana Tel Avîvê ye. Lê, Misir dijberî û xembarîya dîyar dike ku Îsraîl her roj pirtir Filîstînîyan ber bi sînorê wê ve dikşîne.
Misir û Qatar herwiha di navbera Hamas û Îsraîlê, bo agirbesteke, azadkirina dîlên Îsraîlî û zêdetir alîkarîyên bo Gaza navbeynkarîyê dikin.
Jêder: Reuters