Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Hevalbendîya Tirkîyê Rexne Dike


Berbijarê Wezîrîya Karên Derve yê kabîneya serokê hilbijartî Joe Biden, Antony Blinken di rûniştina pejirandinê ya li Civata Senatoran de, Tirkîye ser hevalbendîyê rexne kir.

Blinken da zanîn ku divê rêvebirîya nû toleyên dijî Tirkîyê, jiber muşekên S-400 yên Enqerê ji Rûsya sitandine jinûve binirxîne.

Amerîka meha borî ser kirîna S-400’an dijî Tirkîyê hin tole ragihandibûn û Enqerê dîyar kiribû ku Washingtonê ‘’şaşîyeke mezin’’ kiriye.

‘’Nayê qebûl kirin ku hevalbendeke me ya stratejîk yan jî qaşo stratejîk, xwe nêzîkî Rûsya, ku yek hevrikên me yên stratejîk yên mezin e, bibe.’’ Blinken got.

Blinken dîyar kir ku divê ew çavdêrîya toleyên hatine ragihandin bikin û da zanîn ku divê ew li gor wê biryarê bidin ku pirtir toleyan ragihînin yan ne.

Wî got ku Tirkîye di ‘’gelek mijaran de wek hevalbendekî tevnagere’’ û dîyar kir ku ew bo wan dijwarîyeke mezin e û bala wan li ser e.

Her du partîyên li Kongresê piştgirî dabûn toleyên dijî Tirkîyê yên jiber CAATSA hatibûn ragihandin.

Ew qanûn cara pêşî dijî hevalbendeke NATO hatibû karanîn û Tirkîye ji bernameya çêkirin û firotana firokên F-35 hatibû derxistin.

Amerîka û Tirkîye xêncî kirîna S-400’an, ser sîyaseta li Sûrîyê, kiryarên Enqerê yên li rojihlata Derya Sipî û maytekirina şerê li Nagorno – Qarabaxê jî li hev nakin.

XS
SM
MD
LG