Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Dibêje Amerîka Beşdarîya Êrîşa Îsraîlê ya Dijî Îranê Nekirîye


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Înê got ku Amerîka neketiye nav êrîşa esmanî ya Îsraîlê ya li Îranê.

Di hin nûçeyan de hatibû ragihandin ku Îsraîlê demeke kin berî êrîşê Washington agahdar kiriye, lê Blinken ew agahî piştrast nekir.

Blinken piştî civîna wezîrên derve yên G7, ku li Capri ya Îtalya çêbû, di preskonferansekê de got ku Amerîka neketiye nav operasyonê û dîyar kir ku ewê ser vê mijarê xêncî vê agahîyê neaxife.

‘’We dît ku Îsraîl bi êrîşên wisa re rûbirû ma ku tayên wan tunene, lê em hewil didin ku Îsraîlê bi bandor berevanîya xwe bike, bes em hewil didin ku girjîyê daxin û rê nedin pevçûnan.’’

Wî dîyar kir ku G7 jî bala xwe dide ser ku li herêmê şerekî berfireh çênebe.

Wezîrê Derve yê Îtalya Antonio Tajani, ku jibo civîna wezîrên G7 rêberî kir, got ku Amerîka ji komê re gotiye ku Îsraîlê ser êrîşê di ‘’deqîqeya dawî’’ de Washington agahdar kiriye.

Di daxuyanîya G7 de, Blinken û wezîrên din ragihandin ew jiber êrîşên Îranê yên li Îsraîlê ser toleyên nû yên dijî Tehranê planan dikin û banga kêmkirina girjîyê kirin.

Tehran niha wisa xuya dike ku guh dide banga kêmkirina girjîyê.

Êrîşa Îsraîlê wek bersîvdanekê ye li hember êrîşên Îranê yên 13’ê Nîsanê ku bi sedan dron û muşek firandibûn Îsraîlê.

Ew êrîşên Îranê bi alîkarîya Amerîka û welatên wek Erebistana Saudî û Urdunê hatibûn sekinandin, ti kes nehatibû kuştin û zarareke biçûk çêbûbû.

Di êrîşên roja Înê de jî xuya dibe êrîş sînordarkirî ne û ti kes nehatiye kuştin.

Serokê Amerîka Joe Biden piştî êrîşên Îranê bang li Îsraîlê kir ku bi aramî tevbigere û ji gurkirina girjîyê dûr bisekine.

Rêvebirîya Bidenê bi hevbend û partnerên xwe re ser ‘’bersîveke berfireh’’ danûstandinê dike.

Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî Jake Sullivan serê vê hefteyê dîyar kir ku ew dikarin dijî Tehranê toleyên nû ragihînin û got ku ew dikarin li seranserê Rojhilata Navîn sîstemên berevanîya esmên xurt bikin.

Medyaya dewletê ya Îranê îro Înê danê sibê ragihand ku li Îsfahanê sê peqîn hatine bihistin.

Di heman saetan de li Sûrîye û Îraqê jî peqîn hatin ragihandin.

Analîst dibêjin ku êrîşa Îsraîlê ya sînordarkirî û berteka bêdeng ya Îranê nîşan didin ku her du alî jî hewil didin ku girjî gur nebe.

Lêkolînerê dêrîn yê Enstîtuya Rojhilata Navîn Brian Katulis ji VOA re dîyar kir ku rîska gurbûna girjîy ji hemî deman zêdetir e.

Katulis got ku şerê veşartî yê Îsraîl û Îranê veguherî şerekî eşkere ya sivik û dîyar kir ku Rojhilata Navîn niha di rewşeke ne dîyar de ye.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG