Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Çû Afganistanê ku Piştgirîya Xwe Nîşan Bide


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Pêncşemê çû Kabulê ku piştgirya xwe jibo biryara vekişîna hêzên Amerîkî û yên din yên bîyanî ji Afganistanê nîşan bide.

Blinken çû balyozxaneya Amerîkî ya li Kabulê û li wirê bi leşkerên Amerîkî re civî û dû re li qesira seroktîyê bi Serokê wî welatî Eşref Ganî û karbidestên payebilind yên Afganî re kom bû.

“Sedema hatina min ya demûdest ya piştî axaftina serok ev e ku bi amadebûna xwe ya vê derê, em pêgirîya xwe ya domdar ya jibo Afganistanê nîşan bidin.”

Blinken herwiha ji Ganî re got ku awayê hevkarîya wan diguhere, lê ew hevkarî wê mayînde be.

Seroke Amerîka Joe Biden ragihandibû ku ewê hemî leşkerên Amerîka yên li Afganistanê mane vekişînin.

Biden dîyar kiribû ku wî biryar daye ku dawî li şerê Amerîka yê herî dirêj bîne û peyvajoya vekişînê wê di 1’ê Gulanê de destpê bike û heta salvegera 20’an ya êrîşên 11’ê Îlonê bi dawî bibe.

Biden gotibû ku ewê ji Pakistan, Çîn, Hîndistan û Tirkîyê jî bixwazin ku piştgirîyên xwe yên bo Afganistanê zêdetir bikin.

Serokê Amerîka da zanîn ku ew dê piştgirîyê bidin danûstandinên aştîyê yên di navbera hikûmeta Afganistanê û Talîbanê de.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG