Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Berevanîya Serdana Pelosi ya Taywanê Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Înê dihevpeyvîna taybe ya Beşa Komboçî ya Dengê Amerîka (VOA) de got ku mafê Seroka Civata Nûneran ya Amerîka Nanct Pelosi heye ku serdana Taywanê bike. Blinken piştî Civîna Wezîran ya Koma Neteweyên Asya Başûr (ASEAN) ya bi 10 endamî bersîva pirsên VOA da.

Hin xalên ku di hevpeyvîna bi Blinken re derketine pêş wiha ne:

VOA: Hun di derbarê serdana Pelosi ya Taywanê de çi difikirin jiber ku ji alîyê Çînê ve rexne û bertek hene?

Antony Blinken: Seroka Civata Nûneran Pelosi beşa meya qanûndanerîyê ye ku şaxek serbixwe, wekhev ya hikûmetê ye. Û mafê wê hebû û heye ku serdana Taywanê bike, wek gelek endamên Kongresa me ku îsal jî çûbûn wî welatî. Lê bilî vê yekê, berteka Çînê gelek bêpîvan û xeter bû; avêtina 11 mûşekên balîstîk tevî ser Taywanê, şandina keştîyên xwe li derdora Taywanê. Pênc ji mûşekên ku wê avêtin ketin nêzî Japonya. Û ez bawer dikin hun ji welatên li seranserê herêmê dibihîsin, fîkareke berbiçav ku ev kiryarana dibe ku çiqas bibin sedema bêaramîyê û xeter in, ku di daxuyanîya ASEAN ji de hate dîyar kirin. Jiber vê yekê li gor min ku pir girîng e ku mirov bi berpirsî tev bigere. Amerîka wê tenê bi serê xwe nekeve nava ti çalakîyên rakêşer. Em bawer dikin ku divê derya aram bibin. Tengava Taywanê hema hema bo her welatekî ya li herêmê xwedî girîngîyeke mezin e. Li wir bazirganîyeke pir mezin tê kirin. Heke ew bazirganî were qut kirin, wê bandorek pir neyînî ya wê hebe, ser aborîya cîhanê û ser xwesteka her kesê ku dixwaze ji COVID’ê xelas bibe. Lewma, ser hemû welatan erk e ku bi berpirsî tevbigerin. Divê Çîn serdana endameke Kongresa me bo pêkanîna kiryarên ku dibe ku xeter bin û bêaramîyê çêkin, wek sedem nîşan nede.


VOA:Li Myanmarê em dibînin ku rewş xirabtir dibe. Wê Amerîka ser cuntaya Myanmarê, di nav de kompanîya petrol û gazê, ti toleyên aborî ragihîne?

Antony Blinken: Rewş ji xirabûnê ber bi pir xirabtirbûnê ve diçe; bi îdamkirina hovane ya çar endamên tevgera demokrasîyê, hemberî nerazîbûnên ji ASEAN ku gotin vê yekê nekin, tevî Kamboçya û gelek yên din. Mixabin em dibînin ku rejîm bi tevahî bêbersîv e, ser her hewlek bo çareserîya krîza ku bi darbeyê derket holê. ASEAN ev çend meh in ku di nava hewldaneke de ye, bo kêranîna peymana pênc xalî, ya ku rejîma Myanmarê îmza kiriye lê nexwaze ku bi tevahî bicîh bîne: rawestandina tundîyê, berdana girtîyan, vegerandina Myanmarê ser rêka demokrasîyê. Jiber vê yekê, em bawer dikin ku divê hemû welat rêyên bêtir binirxînên ku pirtir zextê li ser rejîmê bikin: zexta aborî, zexta sîyasî. Divê em givaştinê li ser rejîmê bikin ku ew rê bide ku alîkarîyên mirovî bigihêje gelê Myanmar. Û divê em piştrast bikinku çek negihejin destê rejîmê. Lewma, emê li her rekê binêrin, di nav de şêwazên zêdetir yên zext û toleyên aborî.

VOA: Li Kamboçyayê, we bi serokwezîr Hun Sen re hevdîtin kir. We jê re çi got?

Antony Blinken: Ez bawer dikim ku tiştê herî girîng ku min got ev e, Amerîka dixwaze ku bi Kamboçya re têkilîyekî erênî ava bike. Em dixwazin vê yekê ser bingeha baş ya ku jixwe heye, ava bikin. Em serbilind in ku Amerîka bo Kamboçya bazara herî mezin ya derfirotinê ye. Em bo xurtkirina têkilîyên xwe yên aborî dixebitin. Lê, me ser girîngîya xurtkirina demokrasîyê ya Kamboçya jî axifî. Me bi taybet hilbijartinên sala pêş jî nîqaş kir, were piştrast kirin ku wê bi rengekî cihareng, tevlîbûna berfireh û nûnerîya rastîn werin kirin. Em alîgirê pêyvajoyeke demokratîk in ku destûrê bide her kesê li Kamboçya hîs bike ku ew di hilbijartinan de û di hkûmetê têne temsîl kirin.

VOA: Di navbera artêşên Çînê û Amerîka de çi diqewime? Û gelo wê Amerîka piştî qedandina avakirina bingeha deryayî ya Ream, ji nû ve serdanê bixwaze?

Antony Blinken: Ev berîya her tiştî bo piştrastkirina ku Kamboçya xwedî sîyasetekî derve ya bi rastî serbixwe ye û bêguman bo ji hêla kesekî ve xwe di bin zextê de hês nake. Û gava ku mijar tê ser bingeha deryayî ya Ream, ez bawer dikim ku welatên li seranserê herêmê wê pir bi fîkar bin; ger yek welatek xwedî kontrola taybet ya bingehê be yan jî beşek ji bingehê bikar anî yan jî li wir tiştek bike, ku ewlehîya welatên din yên herêmê têxe xeterîyê. Loma, li gor min girîng e ku şefafî hebe û were piştrast kirin ku bingeh ji her kesî re vekirî ye û ne di bin karanîna taybet ya ti welatekî ye.

XS
SM
MD
LG