Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Dê Berî Dawîya Salê Ser Têkoşîna Dijî Korona bi Wezîrên Derve re Bicive


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken da zanîn ku ewê bo têkoşîna dijî vîrusa korona berî dawîya salê bi hemtayên xwe yên ji welatên din re bicive.

Serok Joe Biden di hilcivîna onlayn ya COVID-19 de, ku di navberên rûniştina Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de li dar dikeve, dîyar kir ku wan bo welatên hejar 500 mîlyon vaksînên din kirîne.

Bi vî awayî li Amerîka zext çêdibe ku vaksînên xwe bi welatên din yên cîhanê re parve bike.

Blinken da zanîn ku ew dê bo sozên Amerîka yên di hilcivîna onlayn de û ya di hilcivîna G20 de bişopînin, berî civîna Biden ya bi rêberên dewletan ya di serê sala 2022’yan de, bi wezîrên derve re kom bibe.

Wî dîyar kir ku bo ew di têkoşîna dijî vîrusa korona de pêşde herin divê ew berpirsîyan bigirin ser xwe û danûstandinê bikin.

XS
SM
MD
LG