Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken û Wezîrên Derve yên Welatên Cîhanê Dê Ser Pandemîya Korona Bicivin


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dîyar kir ku ew dê di hefteya pêş de bi hemtayên xwe re ser pandemîya vîrusa korona civîneke onlayn çêke.

Blinken da zanîn ku ew dê di civîna 10’ê Mijdarê de bi wezîran re derbarê newekhevîya ser bidestxistina vaksînan biaxife.

Wî dîyar kir ku cîhan di karanîna vaksînan de pêşde çûye, lê ew hîn ne li cîhê hewce ne.

Wezîrê Amerîkî dîyar kir ku ew dê bi hemtayên xwe re ser wekhevîya bo bidestxitina vaksînan û lezandina karanîna wê bipeyîve.

Amerîka ji welatîyên xwe dixwaze ku berî zivistanê vaksînên hêzda li xwe xin û dewletên din ji Washingtonê dixwazin ku vaksînên zêde li cîhanê belav bike.

XS
SM
MD
LG