Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Ser Ukrayna Hişyarî Dide Lavrov ku ji Şer Dûr Bisekine


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Pêncşemê li Stockholmê bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergei Lavrov re hevdîtinek kir.

Blinken di hevdîtinê de hişyarî da Lavrov ku ger Rûsya cîrana xwe Ukrayna dagir bike, wê encamên cidî derkevin pêş.

Wî ji hevtayê xwe xwest ku krîza heyî bi rêyên dîplomatîk çareser bike.

“Dîplomasî rêya herî baş ya pêşîgirtina krîzê ye û ez çaverê dikim ku di vê hewilê de bi Sergei re bixebitim,” Blinken ji nûçegîhanan re got.

Wî berê jî Moskow hişyar kiribû ku Washington amade ye, toleyên nû jî di nav de, bi awayekî karîger bersîvdana êrîşeke Rûsyayê bide.

Blinken bi berdewamî got ku divê Rûsya û Ukrayna hemî erk û berpirsîyên xwe yên peymana Minsk ya 2014’an bi cîh bînin ku dawî li şerê navbera cûdaxwazên Rûsî û hikûmeta Ukraynî anîbû.

Lavrov jî ji peyamhinêran re got ku Moskow hazir e ku dîyalogê bi Kîyevê re bike. “Em, wekî ku Serok Putin gotibû, em ti car şer naxwazin.”

XS
SM
MD
LG