Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington û Moskow Wê Danûstandinên Ser Alozîya Ukraynayê Bidomînin


Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergev Lavrov
Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergev Lavrov

Washington û Moskowê îro Înîyê di encama danûstandinan de li hev kirin ku bo kêmkirina alozîya li ser Ukraynayê, bixebitin.
Hevdem Amerîkayê soza bersîveke nivîskî ya bo daxwazên ewlekarîyê ya Rûsyayê di hefteya pêş de, da.
Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê derve yê Rûsyayê îro li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bo çareserîya alozîya ser Ukraynayê di gera dawî ya danûstandinan de civyan.
Rûsya bi deh hezaran leşker li ser sînorê Ukraynayê bicîh kiriye û welatên rojava ya jiber îhtîmala dagîrkirina Ukraynayê ji hêla hêzên Rûsî ve, fîkarên xwe dê yar dikin.
Hevdem, Rûsya dibêje ku divê Amerîka û welatên rojava ser berfirehbûna y NATO'yê garantiyên ewlehiyê bidin Rûsyayê û hevdem divê Ukrayna nebe endamê NATO'yê.
Antony Blinken piştî hevdîtina bi Lavrov re ragigand ku Washington wê hefteya pêş nêrînên xwe bi nivîskî bi Rûsyayê re parve bike.
"Em pêşbînî dikin ku emê hefteya pêş bi Rûsyayê re fikar û ramanên xwe bi awayekî nivîskî bi berfirehî parve bikin û em hevbîr in ku piştî vê yekê gotûbêjan bidomînin," Blinken got.
Hevdem, wî ji rojnamevanan re hêvîya dîplomasîyeke zêdetir anî ziman.
"Me çaverê nedikir ku îro ti serketinên mezin çêbibin, lê ez bawer dikim ku em di warê têgihiştina xemên hev û helwestên hev de, niha li ser rêyek zelal in," Blinken got.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî piştî hevdîtinê ragihand ku " Antony Blinken jî pejirand ku divê em dîyalogeke aqilane bidomînin û ez hêvî dikim ku hest dê kêm bibin."

XS
SM
MD
LG