Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken li Brukselê di civîna yekê ya wezîrê derve yê NATO'yê de ser peywendîyên NATO û Rûsyayê axifî.
Blinken ragihand ku divê welatên Rojava bi Rûsyayê re xwedî peywendîyan be da ku berjewendîyên hevbeş pêşve bixe lê di helwestekî 'pir zelal' de, bimîne.
Hevdem, wî bo helwestek tund û hevpar ya dijî Rûsyayê bang kir.
"Di dawîyê de, ez difikirim ya ku em dikarin hêvî bikin ku bi Rûsyayê re peywendîyek ku bi kêmanî pêşbînî û aram be, hebe ," Blinken got.
Wezîr Blinken axafina xwe wiha domand: "Her çend ku em bi Rusya re bo pêşxistina berjewendîyên xwe û berjewendîyên hevalbendîyê bixebitin jî, emê bixebitin da ku ji kiryarên Rusyayê yên bêrûmet û dijminane hesaban bipirsin."
Hevdem, Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg bang li Rûsyayê kir ku bi navbeynkarîya meclîsa ku du sal in nikare kom be, jinûve dest bi diyalogê bike.
"Dîyalog girîng e. Bi taybetî di demên wekî niha dijwar in de, wê hingê girîng e ku meriv rûne û mijarên dijwar jî nîqaş bike," Stoltenberg got.
Stoltenberg destnîşan kir ku heya ku peywendî dijwar be jî pêwîste ku were birêve birin da ku rîsk were kêm kirin.
"Tevî ku di peywendîya hevalbendên NATO û Rûsyayê de ti başbûnek çênebe jî, ez bawer dikim ku qe nebe em mecbûr in ku peywendîyekî dijwar birêve bibin - li ser şefafî, kêmkirina krîzan û her wiha çareserîya pirsgirêka çekan, " Stoltenberg got.