Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken: Cezaya bo Navalny Fikarên Kûr Çêkirine


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dîyar kir ku ew jiber cezaya girtîgehê ya bo rexnegirê Kremlînê Alexey Navalny ketine fikarên kûr.

Blinken bi daxuyanîyeke nivîsî da zanîn ku mîna yên hemî hemwelatîyên Rûsya mafên Navalny jî hene û dîyar kir hin berpirsîyên Rûsya yên navneteweyî hene ku li gor wekhevîya li pêş qanûnê, azadîya beyanê û kombûna aştîyane tevbigere.

‘’Em careke din bang dikin ku birêz Navalny û bi sedan hemwelatîyên Rûs yên di hefteyên dawî de mafên xwe yên kombûna aştîyane û azadîya beyanê karanîne demûdest û bêşert werin berdan.’’ Blinken got.

Brîtanya û Almanya jî ser cezaya girtîgehê ya bo Navalny bertek nîşan dan.

Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raab dîyar kir ku Rûsya bi biryara ser Navalny nîşan dide ku ew li gor berpirsîyên xwe yên navneteweyî tevnagere.

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas jî got ku cezaya bo Navalny nîşan dide ku li Rûsya ‘’derbeyeke giran’’ li azadîyên bingehîn ketiye.

Dadgeha li Moskowê jiber binpêkirina rêzikên serbestîya bi şert 3,5 cezaya girtîgehê da Navalny, lê dadgehê herwiha biryar da ku dema wê ya li hepsa malê dikare ji cezaya girtîgehê were daxistin.

XS
SM
MD
LG