Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken: Hêzên Rûsya li Ukrayna bi Hezaran Sîvîl Kuştin û Birîndar Kirin

Rêvebirîya Serokê Amerîka Joe Biden dîyar dike ku Rûsya li Ukrayna tawanên cengê kirine.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku bi nirxandina nûçeyên pêbawer ew gêhiştine wê encamê.

Blinken dîyar kir ku hêzên Rûsya bi qestî êrîş birine ser sîvîlan.

‘’Hêzên Rûsya êrîş birin ser avahî, dibistan, nexweşxane, binesazîya krîtîk, maşîneyên sîvîl, mol û ambulansan, bi hezaran sîvîl kuştin û birîndar kirin.’’ Blinken got.

Hefteya borî, Serok Biden bo hemtayê xwe yê Rûs Vladimir Putin gotibû ku ew tawanbarê cengê ye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG