Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken li Bang li Rûsya Dike Derfirotina Genimê Ukrayna Asteng Neke

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Înê di civîna wezîrên derve yên G20 de li Balî rasterast bang li Rûsya kir û got ku divê Moskow bihêlê genimê Ukrayna bigehe cîhanê.

Ajansa nûçeyan AFP ev agahî ji zarê karbidestekî Rojavayî ragihand ku li gor wî Blinken ser bê ewlehîya xwarin û enerîyê peyîvî,

"Ji hevkarên me yên Rûs re: Ukrayna ne welatê we ye. Dexl û genimê wê ne yê we ye. Hun çima benderan asteng dikin? Divê hûn bihêlin ku dexl û genim bigiheje cîhanê," li gor karbidestê Rojavayî Blinken gotiye.

Ukrayna, li cîhanê yek ji dewletên herî mezin ya hilberîna genimê ye, lê jiber êrîşa leşkerî ya Rûsî nikare genimê bifroşe derve û ew jî bûye sedemên kêmbûna xwarinê û herwiha zêdebûna buhayên li seranserê cihanê.

Kîev û welatên Rojavayî dibêjin ku Moskow derfirotina dexl û genimê asteng dike.

Rûsya berpirsîya krîza xwarinê red dike û jiber kêmbûna xwarinê toleyên Rojavayî tawanbar dike.

Moskow dibêje ku her artêşa Ukraynî ji benderên xwe derkevin, ewê rê bide keştîyên Ukraynî yên bi berhemên xwarinê.

Lê, Kîevê jiber fîkarên ser ewlehîya beravên xwe yên li Derya Reş ev pêşnîyar heta niha red kiriye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG