Wezareta Karên Derve ya Amerîka îro Çarşemê dîyar kir ku wezîrê karên derve Antony Blinken bi serokwezîrê Sûdanê Abdalla Hamdok re li ser pevçûna li bakurê herêma Etîyopyayê ya Tîgray, peyivî ye.
Wezaretê ragihand ku Blinken û Hamdok lihev kirine ku bo danûstandinên ber bi agirbestêkê ve, givaştinan encam bidin.
Peyvdarê Wezareta Karên Derve ya Amerîka Ned Price bi daxuyanîyeke di derbarê hevdîtina ser telefonê agahdarî ragihandin û got, "Blinken û Hamdok li ser rewşa "berfirehbûna pevçûnên çekdarî yên li herêmên Amhara û Afar yên Etîyopyayê, rewşa xirab ya mirovahî ya li herêma Tîgray, û ragihandinên ku hêzên Erîtreya dîsa dikevin Etîyopyayê, yên bi tevahî bandorê li aramîya herêmê dikin, nîqaş kirin ."