Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken bo Agirbesta Gaza li Qahîre ligel Sîsî Civîya


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Serokê Misirê Ebdulfetah el-Sîsî (11 Rêbedan,2024)
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Serokê Misirê Ebdulfetah el-Sîsî (11 Rêbedan,2024)

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Duşemê li Qahîre bi Serokê Misirê Ebdulfetah el-Sîsî re li ser egera agirbesteke li Gaza hevdîtin kir.

Ev civîn beşek e ji serdana diplomatê Amerîkî li Rojhilata Navîn.

Piştî hevdîtina bi Sîsî re, Blinken dîyar kir ku koma Hamas tekane alî ye ku hîn pêşnîyara peymana agirbestê ya Biden qebûl nekiriye. Washington dibêje Îsraîlê jixwe ev peyman qebûl kiriye.

"Peyama min bo hikûmet û gelên li seranserê herêmê ev e: eger hûn agirbestekê dixwazin, zextê li Hamasê bikin ku bêje erê," karbidestê Amerîkî got.

Seroktîya Misirê jî bi daxuyanîyekê ragihand ku "Sîsî û Blinken jibo agirbestê û pevguhertina dîl û girtîyan hewlên hevbeş gotûbêj kirin."

Li bende bû ku Blinken û Sîsî vekirina derîyê sînorî yê Refahê di navbera Misir û Gaza de jî nîqaş bikin. Derîyê Refah xala serekî ya alîkarîya bo nava Kerta Gaza ya dorpêçkirî ye, û ev bûye mehek ku Îsraîlê alîyê wê yê Filîstînê girtî ye.

"Bi lihevkirin yan ne lihevkirin, bêguman pir girîng e ku em bêtir alîkarîyê jibo Filîstînîyên hewcedar peyda bikin," Blinken got.

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hamasê di 7’ê Cotmeha 2023’an ve, ev cara heştan e ku wezîrê Amerîkî serdana Rojhilata Navîn dike. Ew vê carê hêvî dike ku jibo agirbesta ku Serok Joe Biden meha borî pêşnîyar kiribû, piştgirîya alîyên şer û welatên herêmê bi dest bixe.

Blinken ji Misirê ber bi Îsraîlê ve çû da ku bi serokwezîr Benjamin Netanyahu re bicive.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG