Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken û Stoltenberg Ser Rûsya Axifîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg roja Pêncşemê axifîne.

Reutersê ji zarê Wezareta Derve ya Amerîka dîyar kir ku Blinken û Stoltenberg ser leşkerên Rûsya yên nêzî sînorê Ukrayna peyivîne ku wan leşkeran bo Washingtonê û welatên rojava fikar çêkirine.

Li gor daxuyanîyê wezaretê, Blinken û Stoltenberg ser helwesta Rûsya ya dijî NATO axifîne û piştrast kirine ku ew tifaq dê berevanîya hevalbendên xwe bike.

Daxuyanî dide zanîn ku NATO bo dîyaloga bi Rûsya re jî hazir e.

Serokê Rûsya Vladimir Putin roja Pêncşemê gotibû ku ser kêşeya Ukrayna alîyê êrîşkar Amerîka û hevbendên wê ne û Qesira Sipî jî ew rexne red kiribûn û dabû zanîn ku alîyê êrîşkar Rûsya û rêberê wê ye.

XS
SM
MD
LG