Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Artêşa Sudanê Ser Girtina Rêberên Sîvîl Şermezar Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Pêncşemê bi rêka telefonê bi hevtaya xwe ya Sudanî Meryem Sadiq El-Mehdî re axifî.

Blinken di axaftina xwe de rêvebirîya Sudanê ya ketiye destê leşkeran û girtina rêberên sîvîl şermazar kir.

Wî ji Twitterê dîyar kir ku wî bi wezîra Sudanî re ser vegera li demokrasîyê ya bi pêşengîya sîvîlan danûstandin kiriye.

Artêşa Sudanê roja Duşemê desthilata welêt xist bin kontrola xwe ku ji wê rojê vir ve bi hezaran kes daketine qadan û di pevçûnan de jimareke kesan hatine kuştin.

Fermandarê hêzên çekdar General Abdel Fateh El-Burhan, civata leşkerî û sîvîl ya di sala 2019’an de piştî ladana Omer El Beşîr hatibû ser kar ji desthilatê dûr xist.

Berdevikê Wezareata Derve ya Amerîka Ned Price dîyar kir ku Blinken piştgirîya rêvebirîya sîvîl dike û wî bi wezîra Sudanî re ser Deklarasyona Qanûna Bingehîn ya Sudanê danûstandin kiriye.

XS
SM
MD
LG