Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken: Amerîka Dixwaze Pirtir Piştgirîyê Bide Ukrayna


Zelenskiy û Blinken
Zelenskiy û Blinken

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken got jiber ku Rûsya li sînorê Ukrayna leşker bi cîh kirine dibe ku Washington piştgirîya ewlekarî ya bo Kîevê zêdetir bike.

Antony Blinken di serdana Ukrayna de bo serokomarê wî welatî Voldomir Zelenskiy re civîya û wan bi hev re preskonferanseke hevbeş li dar xistin.

Blinken dîyar kir ku Rûsya daye zanîn ku wan leşkerên xwe ji sînorê Ukrayna vekişandine, lê gelek yekîneyên wan û kelûpelên leşkerî li sînor mane.

Jiber ku Rûsya li sînorê Ukrayna leşker bi cîh kiribûn, di navbera Moskow û welatên rojava de girjî çêbûbû.

Wezîrê Amerîkî dîyar kir ku Serok Joe Biden jî dixwaze serdana Ukrayna bike û bi Zelenski re bicive lê wî ti dem eşkere nekir.

Blinken da zanîn ku Amerîka dixwaze hevkarîya ewlekarî û piştgirîya bo Ukrayna zêdetir bike û ser vê mijarê jî ti hûrgilî neda.

Serokomarê Ukrayna Zelenskiy jî da zanîn ku li Qirimê bi bi hezaran leşkerên Rûsya hene û wan bi tenê 3500 leşker vekişandine.

Biden piştî girjîya di navbera Rûsya û Ukrayna de gûr bûbû, meha borî gotibû ku ewê bêşert piştgirîyê bidin Kîevê.

Moskowê di 22’ê Nîsanê de dîyar kiribû ku ewê leşkerên xwe ji sînorê Ukrayna vekişîne.

XS
SM
MD
LG