Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken û Zelenskiy Ser Rewişa Ukrayna Axifîne


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Duşemê, berî axaftina Serok Joe Biden û hemtayê wî yê Rûs Vladimir Putin, bi Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiy re axifî.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku çaverê ye Biden, Rûsya ser dagirkirina Ukrayna hişyar bike û bibêje ewê wisa bi encamên giran yên aborî re rûbirû bimîne.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price ji rojnamevanan re da zanîn ku Washington piştgirîya sîyaseta NATO ya ser ‘’derîyê vekirî’’ dike û da zanîn ku divê tifaq bo namzetan hazir be.

Ukrayna, ku komareke kevn ya Sovyetê ye, hewil dide ku di Yekîtîya Ewrupa (YE) û NATO keve.

XS
SM
MD
LG