Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mamostayên Bogazîçî bo Protestokirina Serokê Nû ya Zanîgehê Xwepêşandanek Dar Xist


Mamostayên Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê îro Sêşemê jibo protestokirina destnîşankirina rektorê nû yê zanîgehê derketin xwepêşandanê.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berî çend rojan ragihandibû ku Melîh Bulu wê bibe rektorê nû yê Zanîngeha Bogazîçî.

Bi sedan xwendekar û dehan mamosteyên zanîgehê nerazîbûna xwe ya dijî Bulu dîyar dikin ku erkdarkirina wî ji hêla Erdogan ve ne demokratîk e.

Mamoste, di dema sondxwarina Bulu de civîyan û wek protesto pişta xwe dan avahîya seroktîya zanîngehê.

Mamosteyan bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku piştî darbeya leşkerî ya 1980'an cara yekê ye ku kesekî ji dervayê zanîngehê wek rektor tê destnîşan kirin.

Bulu ji televîzyona Haberturk re got ku ewê dest ji kar bernede jiber ku erkdarkirina wî li gor pîvanên gerdûnî ye.

Di xwepêşandanên do Duşemê de polîsan bi gaza îsotê û xwendekarên xwenîşander ji hev cihê kiribûn.

Walîtîya Stenbolê ragihand ku îro polîsan êrîş birin ser 24 malan û 17 kes desteser kirin ku 2 ji wan xwendekarên Bogazîcî ne.

XS
SM
MD
LG