Di encama êrîşa dawiya hefteyê ya ku tê texmîn kirin ji aiyê milîtanên rêxistina Cîhadî Boko Haram ve li zeviyên birincî yên li bakurê rojhilatê Nîceriya pêkhatî herî kêm 70 kes hatine kuştin.
Hakimê wîlayeta Borno roja Yekşemê gote rojnamevnana di êrîşa dawiya hefteyê da herî kêm 70 kes hatine kuştin.
Roja Şemiyê komkujiyek li gundê Koshobe yê nêzîkî bajarê Maiduguri yê li bakurê rojhilatê Nîceriya rûdabû, li gor pêzanînên destpêkê 43 kes hatbûn kuştin.
Hakimê herêma Borno, Umara Zulum doh Şemiyê li nêzîk gundê Zabarmari axiftinbek kir piştî ku beşdarî di veşartina 43 kuştiyan da kirî.
Li gor axiftinên milîtanên li dij Jîhadiyan, roja Şemiyê çekdarên Boko Haram herî kêm 43 kes kuştbûn yên ku di zeviyeke birincî de kar dikirin li derveyî bajarê Maiduguri li bakurê rojhilatê Nîceriya.
Milîtanên li dij Jîhadiyan gotin, êrîşkaran li gundê Koshobe destpêkê dest û pên karmendên çandinê girêdan û paşî ew serjêkirin.