Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokên Cîhanê yên Nevaksînkirî Nikarin li Xwaringehên New Yorkê Xwarinê Bixwin


Brazil's President Jair Bolsonaro, 3rd left, eats pizza with other politicians on a street ahead of the United Nations General Assembly in New York City, September 19, 2021. (Instagram/@gilsonmachadoneto via Reuters)
Brazil's President Jair Bolsonaro, 3rd left, eats pizza with other politicians on a street ahead of the United Nations General Assembly in New York City, September 19, 2021. (Instagram/@gilsonmachadoneto via Reuters)

Serokên cîhanê ku tevlî civîna Neteweyên Yekbuyî li New Yorkê dibin, ger ne vaksînkirî bin, nikarin di nav xwaringehên New Yorkê de xwarinê bixwin.

Lê ew dikarin li derve di kolanan de pizzayê bixwin. Serokê Brazîlyayê Jair Bolsonaro bi mecburî şeva xwe ya yekê bi vî awayî derbas kir, ji ber ku kes nikare bê belgeya vaksînkirinê ya li dijî Covid-19 li xwaringehên New Yorkê rûne.

Bolsonaro ku sîyasetmedarekî tund yê rastgir li dijî vaksînê ye û berîya ku were New Yorkê, pesnê tenduristîya xwe da û got ewê wî li dijî virûsê biparêze.

Du wezîrên kabîneya wî wêneyên Bolsonaro û şandeya wî parve kir ku li derve pizza dixwin. Alîgirên Bolsonaro pesnê rêberê xwe didin ku ew bi şeweyeke sade dikare pizzayê nêzîkî otela xwe li Manhattanê bixwe.

Dema ku Serokwezîr Brîtanyayê Boris Johson roja Duşemê jê pirsî gelo ew hatîye vaksîn kirin, Bolsonaro bersiva wî da û got: Na, hêj min lê nedaye.

XS
SM
MD
LG