Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesra Sipî John Bolton, li Orşelîmê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re kom bû.
Bolton û Netanyahu, derbarê pûçkirina çekên navokî yên Îranê û kêmkirina ‘’êrîşvanîya wê ya li herêmê’’ axifîn.
Bolton û Netanyahu do Yekşemê kom bûbûn û îro Duşemê jî dê hevdîtina xwe bidomînin.
Bolton dê vê hefteyê li Cenevrê bi karbidestên Rûs re bicive û dûre dê serdana Ukrayna jî bike.
Bolton, yek ji berpirsên dijî peymana navokî ya bi Îranê re bû.
Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişîyabû û piştre Washingtonê diji Tehranê toleyên nû ragihandibûn.