Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bolton Hişyarî Dide Rûsya ku Maytekirinê di Hilbijartinên Îsal de Neke


Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesra Sipî John Bolton îro Pêncşemê hişyarî da hevtayê xwe yê Rûsî, Nikolai Patrushev ku welatê wî maytekirinê di hilbijartinên vê salê de neke.

Bolton da zanîn ku di hevdîtina wî ya ligel Patrushev de, li Cenevrê mijara mudaxeleya Rûsan ya nav hilbijartinên Amerîkî bi berfirehî hat nirxandin.

Wî dîyar kir ku ew babet bû asteng ku di dawîya hevdîtinê de daxuyanîyeke hevbeş were dayîn.

“Min bi zelalî ragihand ku emê mudaxeleyeke hilbijartinên 2018’an bi ti awayî xweş nebînin û me hemî tedbîrên pêdivî cîh anîne ku pêşî li tiştekî wiha bigirin,” Bolton di preskonferansê de got.

Bolton herwiha got ku wan mijara vekişîna hêzên Îranî ji Sûrîyê jî gotûbêj kiriye.

XS
SM
MD
LG