Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bolton: Ger Rejîma Sûrîyê Careke Din Êrîşa Kîmyayî Bike Emê Bersîveke Hîn Tund Bidin


Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Qesra Sipî John Bolton dîyar kir ku ger rejîma Sûrîyê cara sêyan çekên kîmyayî bikar bîne ewê bersiveke hîn tund bidin

Washingtonê ser îdiayên karanîna çekên kîmyayî li Guta, rejîma Esad tawanbar kiribû û Amerîka, Fransa û Brîtanya tev êrîş biribûn ser enîyên Artêşa Sûrîyê.

Bolton da zanîn ku ew bi Fransa û Brîtanya re danûstandinan dikin û ew jî dîyar dikin ku ger Esad careke din çekên kîmyayî bikar bîne divê bersîveke hîn tundtir were dayîn.

Karbidestên Amerîkî dibêjin ku delîn nîşan didin ku hikûmeta Sûrîyê hazirîya êrîşa kîmyayî dike.

Sererkanê Amerîkî Joseph Dunford hefteya borî dabû zanîn ku bo bersîvdana êrîşa kîmyayî ew bi Qesra Sipî re danûstandinan dikin.

Berpirsên Rûs îdia dikin dikin ku gavên Amerîka rê li ber çekdarên El Qaydê vedikin ku çekên kîmyayî bikar bînin û piştre rejîmê tawanbar bikin.

Bolton ser vê îdiayê got ku ‘’Yek ji îdiayên erî xirab ya dîroka propaganda ya sedsala 20 û 21’an e’’

Rojnameya Wall Street Journal ji zarê karbidestê Amerîkî dîyar kiribû ku Esad bo karanîna gaza klorê li Îdlibê destûr daye.

Li gor rojnameyê Pentagon hazirîya bersîveke leşkerî dike û ger rejîm çekên kîmyayî bikar bîne Amerîka dikare toleyên aborî jî ragihîne.

XS
SM
MD
LG