Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojeva Serdana Bolton ya Tirkîyê Parastina Kurdên Sûrîyê Ye


Şîretvanê Ewlekarîya Netewî ya Amerîka John Bolton îro çû Tirkîyê ku hevdîtinan ligel karbidestên Tirk bike.

Medya Amerîkî radigîhîne ku Bolton di hevdîtinan de wê hewil bide ku garantî ji Tirkîyê bigire ku êrîşî şervanên Kurd yên hevalbendên Amerîkî neke.

Bolton, di serdana xwe de herwiha babeta vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûrîyê û şerê dijî DAIŞ’ê bi karbidestên Tirk re gotûbêj bike,

Bolton roja Yekşemê gotibû ku yek ji şertên wan ya derketina ji Sûrîyê, parastina Kurdan e ku di şerê dijî DAIŞ’ê de hevalbendên Amerîka ne.

Berdevikê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kiribû ku YPG ne nûnerê Kurdên Sûrîyê ye û ew ne li dijî Kurdan, lê hember rêxistinên terorîst têkoşînê dike.

Hêjayî gotinê ye ku Nûnerê Taybet yê Amerîkî bo Sûrîyê James Jeffrey û Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîkî Joseph Dunford jî bi Bolton re çûn Tirkîyê.

XS
SM
MD
LG