Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bolton: Heta ku Rûsya Reftarên Xwe Biguherîne, Tole Dê Zindî Bimînin


Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesra Sipî John Bolton îro Înê got ku toleyên aborî yên dijî Rûsya, heta ku Moskow reftarên xwe biguherîne, wê zindî bimînin.

Washingtonê tole danabûn ser Rûsya, bi sedema ku wê destê xwe tev li hilbijartinên Amerîkî yên 2016’an kirie, lê Moskow ew îdia bi tundî red kiribû.

“Cezayên ku hember Rûsya hatine danan, heta ku guhertin di reftarên wê de pêk werin, dê zindî bimînin û divê zindî bimînin,” Bolton di preskonferansekê de li paytaxta Ukrayna, Kîyev got.

Bolton ku demeke zûtir ya îro ligel Serokê Ukraynî Petro Poroshenko kom bûbû, got ku Kîyev pêşveçûn di rêka endambûna NATO bi dest xisitye, lê divê hemî mercên leşkerî û sîyasî pêk bîne ku bide endam.

Bolton got ku girîng e krîza Ukrayna were çareser kirin jiber ku hêlana kêşeya Qirimê wek niha dê encamên xeter bîne.

Bolton bi berdewamî got ku wî ji Poroshenko re got ku divê Moskow maya xwe di hilbijartinên seroktî ya Ukraynî de neke.

“Serok Poroshenko û ez qayil bûn ku emê li pêngavên hevbeş yên pêşîgirtina mudaxeleya hilbijartinên Ukrayna binêrin,” Bolton got.

XS
SM
MD
LG