Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bolton, Venezuela Ser Gefan Hişyar Dike


Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîika John Bolton dîyar kir ku ger hikûmeta Venezuela dijî dîplomatên Amerîkî yan rêberê rikeberîyê Juan Guaido gefan bixwe, ewê ‘’bi bertekeke tund’’ re rû bi rû bimîne.

Bolton ji Twitterê dîyar kir ku ‘’gefên wisa dijî hiqûqê êrîşên giran in’’

Amerîka û 20 dewletên din Guaido wek serokomarê demkî yê Venezuela nas dikin.

Washington û hin welatên din didin zanîn ku Serokomarê Venezuela Nicolas Maduro bi rêkên neadil di hilbijartinê de bi ser ketiye.

Maduro di serê vê mehê de bo qonaxa xwe ya duyê sond xwaribû û dest bi karê xwe kiribû.

Rikeberîyê dîyar kiribû ku di hilbijartinê de sextekarî heye û ew boykot kiribû.

Piştî protestoyên hefteya borî, Guadio seroktîya xwe ya demkî ragihandibû.

XS
SM
MD
LG