Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşêke Bombeyî ya li Basrayê de Kuştî û Birîndar Hene


Dîmeneke ji êrîşêkî bombeyî ya li Îraqê (Arşîv)
Dîmeneke ji êrîşêkî bombeyî ya li Îraqê (Arşîv)

Li bajarê Basra yê li başûrê Îraqê îro Sêşemê di encama êrîşêkî bombeyî de 4 kes hatin kuştin.

Artêşa Îraqê ser bingeha agahîyên destpêkê ragihand ku peqîn li nêzî nexweşxaneyeke mezin ya Li bajarê Basra yê bi motorsîkleteke ya ku bi teqemen barkirî, hatiye kirin.

Çavkanîyên polîs û nexweşxaneyê ji Reutersê re dan zanîn gotin ku bilî 4 kuştîyan, 20 kes jî birîndar bûne.

Şahidekî ji Reutersê re ragihand ku polîsan parçeyên laşên mirovan ji mînîbuseke ku jiber teqînê zarareke mezin dîtibû, berhev dikirin.

Kuçe ya ku peqîn qewimî bi camên şikestî û xwînê tije bû.

Walîtîya bajarê Basrayê bo sê rojan şîn dîyar kir.

Heya niha ti kes yan rexistinê pirsîyarîya peqînê ne girtiye ser xwe.

Lê, walîyê Besrayê Esed el-Edanî ji rojnamevanan re got ku ' di peqînê de şopa tilîyên Dewleta Îslamî (DAIŞ) ê heye.

Êrîşên bombeyî li herem Besrayê kêm bûn - ya dawî ya mezin di 2017'an de alîyê DAIŞ'ê ve hatibû kirin.

Karbidest, ev herema ku piranîya petrola endamê OPEC'ê lê tê hilberandin û hinardekirin bi rengekî xurt kontrol dikin.

Îraqê bi alîkarîya koalîsyona bi pêşengîya Amerîkayê û hêzên bi piştgirîya Îranê, di Berfanbara 2017'an de dijî DAIŞ'ê serkeftina xwe dîyar kir, piştî ku DAIŞ ji beşên axa xwe ku komê Xîlafeta Îslamî ragihandib û, derxist.

Lê, tevî ku koma tundre bi giranî hatiye têk birin jî carnan êrîşan pêk tîne û her wiha hebûna xwe ya sînordar ya li welêt, dîdomîne.

XS
SM
MD
LG