Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bombevanên Xwekuj Li Oteleke Somalîa 31 Kes Kuştin


Mîlîtanên bi El Qayde re peywendîdar, berpirsîya êrîşên Sêşemê ya hember oteleke li Somalia digirin ser xwe, ku 4 ji wan parlamanterên Somalî 31 kes tê de hatibûn kuştin.

Grûba el Şahab ya mîlîtan ku deverên berfireh yên Somaliayê kontrol dike, dibêje armanca wan 4 parlamenterên Somalî bûn ku do otela Mogadishu de diman.

Dîdevan ji Dengê Amerîka re dibêjin, 3 çekdarên ku kincên nobedarên hikûmetê lixwe kirîbûn, 2 nobedarên li ber Otela Muna kuştin.Çekdar dû re ketine odeyên curbecur û gule berdane ser xelkê û piştî xilasbûna guleyan, xwe peqandine.

Di bûyerê de 31 kes hatine kuştin û ku 4 ji wan endamên parlemanê ne. Tê ragihandin, 5 parlementerên din jî birîndar bûne.

Otela Muna li nêzîkî qesra serokatîyê cîh digire, ku li beşekî biçûk ya paytaxt Mogadishu yê û hîn jî di bin kontrola hikûmetê da ye.

Li alîyê din, Welatên Yekgirtî yên Amerîka, êrîş bi tundî şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Derve P.J Crowley got, pêkanîna êrîşê di meha Ramazanê de, hovitîya El Şahab û bê rêzîya wê ya li dijî jîyana mirovan, çanda Somalî û her wiha ola Îslamê jî nîşan dide.

XS
SM
MD
LG