Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Dadê: FBI Çavdêrîya Her Gefên li ser Amerîkîyan Dike

Wezîra Dadê ya Amerîkayê dibêje, li vê dema êrîşên Amerîkayê i dijî Îranê, dezgehên wezareta wê çavdarîyê hemû gefeyên ser welatîyên Amerîkayî dikin.

Pamela Bondi li ser platforma X'ê ragihand: “FBI û sazîyên din yên Wezareta Dadê ya Amerîka bi hişyarî çavdêrîya her gefên li ser Amerîkîyan dikin.”

Bondi got, her serokekî Amerîkayî behsa gefên rejîma Îranê kiriye, lê Serok Trump ew kesê xwedî wêrekî ye ku gavên wêrek û biryarder bavêje.

Daxuyanîya Bondi tê piştî ku îro Amerîka û Îsraîlê operasyonên leşkerî yên berfireh dijî rejîma Îranê destpê kirin.

XS
SM
MD
LG