Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûniştvanekî Wanê Jiber Axaftinên Dijî Erdogan bi 12 Sal û 3 Mehan Tê Cezakirin


Burhan Borak

Li bajarê Wanê rûniştvanê bi navê Burhan Borak, di sala 2014’an de liser Facebookê derbarê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de hin axaftin parve kirin.

Dadgeha Aslîye Hiqûqê ya Wanê jî di sala 2016’an de li derbarê Borak de bi îdîaya di van parvekirinan de “Heqeret li Serokkomar Erdogan kirîye” doz vekir. Di Pêvajoya darizandîn de Borak negirtî tevlî rûniştinên dozê dibû.

Di encama darizandinê de dahgehê jibo her parvekirinekê salek û 9 meh bi giştî 12 sal û 3 meh cezayê zindanê da wî.

Parêzerê Borak, Cîhat Durmaz got ku li Tirkîyê bi vê biryarê azadîya ramanê careke din hatîye ceza kirin.

“Muwekîlê min di parve kirinên xwe de fikr û ramanên xwe anîye ziman. Lê dadgehê ev wekî heqeret li hemberî Erdogan nirxandîye. Jibo her parve kirinê cezayek cuda hatîye birîn. Ev neheqîyek mezin e. Em parêzer jî li hemberî vê biryarê matmayî man. Jibo ev biryar were betal kirin emê li dadgeha bilind îtîraz bikin û heta dawîyê vê dozê bi şopînin”

Hêjayê bibîrxistinê ye ku li gor daneyên Wezareta Dadê ya Tirkîyê, tenê di sala 2017’an de li Tirkîyê derbarê 6 hezar kesan de bi îdîaya “Heqereta li serokkomar kirine” doz hatine vekirin. Li gor heman daneyan ji van dozan 2 hezar û 99 kes bi cezayê girtîgehê hatine ceza kirin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:20 0:00


XS
SM
MD
LG