Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson Dibêje Ew bi Jiyana Xwe Qerzdarê Tîmên Tenduristî ye


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson
Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson got ew bi jiyana xwe qerzdarê tîma xizmetên saxlemiya niştimanî ye ku çareserî ji bo wî pêşkêş kirin li dijî vîrusa koronayê.

Johnson bo yekem car daxuyanî da piştî derketina ji odeya miqayitbûna tund li nexweşxaneya San Thomas a Londonê.

Wî got:

“Ez wan bê hempa sipas dikim, ez bi jiyana xwe qerzdarê wan im.”

Johnsonê 55 salî berî du hefteyan bi vîrusa koronayê ket û ew yekem serkirdeyê cîhanê bû ku dibe nexweşê vîrusê.

Rewşa Johnson piştî hefteyekê xerab bû û Yekşema borî ew hatibû veguhestin bo nexweşxaneyê û li wir Oksijîn wergirt.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG