Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson Bo Trump: Ji Pêkhatina Navokî Ya bi Îranê re Dernekeve


Boris Johnson wezîrê derve yê Brîtanya
Boris Johnson wezîrê derve yê Brîtanya

Wezîrê derve yê Brîtanya Duşemê, daxwaz ji serokê Amerîka Donald Trump kir da ku xwe ji pêkhatina navokî ya bi Îranê re venekişînin, wezîr dibêje kêmasî di pêkhatinê de hene, lê ew kêmasî dikarin bên çareser kirin.

Boris Johnson, roja Duşemê dê ligel Mike Pence cîgirê serokê Amerîka û John Bolton, şêwirmendê ewlekariya netewî yê serokê Amerîka civînan encam bide, pirsa pêkhatina navokî ya sala 2015an bi Îranê re, mijara sereke ya seredana wezîrê Brîtanî ya Washingtonê ye, ev yek ji aliyê ofîsa wezîrê derve yê Brîtaniya hatiye piştrast kirin.

Johnson got"Brîtaniya, Amerîka û hevpeymanên Ewrupî, di hevgirtîne bo pirsa bisinor kirina zêdegaviyên Îranê ku ewlekariya Rojhilata Navîn lawaz kiriye, jiber çalakiyên wê yên Cyber, piştevaniya Hizbullaha Lubnanê, bernamê wê yê mûşekan û biçek kirina milîtanên Husî li Yemenê".

Amerîka, Brîtanya, Çîn, Fransa, Rûsya û Almanya, sala 2015an pêkhatina navokî ligel Îranê îmze kir bû, piştî van welatan îda dikir ku Îranê çekê xwe yê navokî pêş dixe, lê Îranê her car ev îdia red kirîye.

Serokê Amerîka Donald Trump gelek caran îşaret daye ku dê xwe ji pêkhatina nacvokî ya bi Îranê re vekêşin, lê hevpeymanên ewrûpî daxwazê ji Amerîka dikin ku ji pêkhatina bi Îranê re dernekeve.

Hasan Rohanî, serokê Îranê doh Yejkşemê ragihand û got"dema ku Amerîka ji pêkhatinê derkeve ewê di demek nêzîk de weha poşman bibin ku di dîrokê de weha nebûye".

XS
SM
MD
LG