Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson Dawaza Dengdaneke Nû ya Brexitê li Parlamanê Dike


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson wê îro Duşemê dîsa hewil bide ku ser pêşnîyara xwe ya Brexitê dengdaneke nû li parlamanê were kirin.

Tevî ku Johnson hefeya borî qayil bûbû ku bi karbidestên Yekîtîya Ewrupa re danûstandinên nû bike, heta niha zelal nebûye ku parlaman dê rê bide dengdaneke nû yan ne.

Dijberên Johnson ew neçar kiribû ku nameyeke nû ji Yekîtîya Ewrupa re binivîse û jobo derketina ji yekîtîyê pirtir dem daxwaz bike.

Biryar e heta 31’ê Cotmehê Brîtanya ji Yekîtîya Ewrupa derkeve, lê nezelalîya heyî wek pirsgireke mezin dimîne ku Berxit bi rêketin pêk were ya bê peyman. Hin kes jî dixwazin ku referandumeke nû li ser vê mijarê were kirin.

XS
SM
MD
LG