Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Borrell: Çîn Nikare jibo Aştîya li Ukrayna Bibe Navbeynkar


Dîplomatê payabilind yê Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell dîyar kir ku Çîn jiber peywendîyên wê yên bi Rûsya re nikare jibo şerê li Ukrayna bibe navbeynkar.

Borrel ragihand ku Çîn li şûna navbeynkarîyê dikare bo aştîya bi Moskowê re berpirsîya hêsankirinê bigire ser xwe.

‘’Çîn ferqê naxe navbera êrîşkar û mexdûrên êrîşkarîyê û bang li Rûsya nake ku leşkerên xwe ji Ukrayna vekişîne. Divê Çîn bandora xwe ya li ser Rûsya bikar bîne da ku li Ukrayna aştî çêbe," Borrel di panelekê de li Îspanya got.

Ukrayna dixwaze ku leşkerên Rûsî, Qirim jî di nav de ji welêt vekişin û bi dîtina Borrel jî plana aştîyê ya li ser maseyê ew e.

Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez îro Înê li Çînê ji hevtayê xwe Xi Jinping xwest ku jibo aştîyê bi Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskky re biaxife.

Çînê meha borî plana xwe ya aştîyê ya 12 xalî ragihand û banga agirbesteke berfireh kir.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG