Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Borrel: Xêncî Çêkirina Peywendîya bi Talîbanê re Ti Rê Tune


Karbidestekî payabilind yê Yekîtîya Ewrupa (YE) dîyar kir ku di destê yekîtîyê de bo Afganistanê xêncî çêkirina peywendîya bi Talîbanê re ti rê tune û da zanîn ku bo Bruksel li Kabulê hebûneke dîplomatîk çêke hikûmetên yekîtîyê dê kordînasyonê çêkin.

Komîserê Bilind yê Peywendîyên Derve yên YE’ê Josep Borrell di Parlamana Ewrupa ya li Strasbourgê de got ku ‘’dawî li kêşeya Afganistanê nehatiye’’ û dîyar kir ku bo ew şansê guherandina bûyeran bi dest xwe xin, xêncî çêkirina peywendîya bi Talîbanê re ti rê tune.

Wezîrên derve yên YE bo peywendî bi Talîbanê re çêbe dixwazin ku ew rêxistin di serî de mafên jinan, bo mafên mirovan rêz bigire.

‘’Belkî gava em ji wan re behsa mafên mirovan dikin nakokî çêdibe, lê tiştê divê em ji wan bipirsin tam jî ew e’’ Borrell got.

Borrel da zanîn ku ger Talîban rê bide Afganan ku ji Afganistanê derkevin ewê ber bi Ewrupa ve pêleke koçberîyê destpê bike û dîyar kir ew ne li bendê ye ku ew pêl bi qasî ya Sûrîyê mezin be.

Komîsyona Ewrupa dixwaze bi 300 mîlyon euroyên (355 mîlyon dolar) ji hikûmetên YE, îsal û di sala pêş de bi qasî 30,000 Afgan jinûve bi cîh bike.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG